Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden bi Zelenski û Rêberên Ewrupî re Ser Endamtîya bo NATO Axifîye


Serok Joe Biden bi Serokomarê Ukrayna Volodimir Zelensky û rêberên welatên li rojhilata Ewrupa re axifî.

Qesira Sipî ragihand ku Serok Joe Biden piştgirîyê dide Ukrayna ku dixwaze bibe endamê NATO.

Di demên dawî de guman li ser Rûsya çêbûne ku Ukrayna dagir bike û axaftina Biden û Zelenski li vê demê rast tê.

Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, di axaftina her du rêberan de ser şandina leşkerên Amerîkî bo Ukrayna, ti tişt nehatiye axaftin.

Qesira Sipî dîyar kir ku Biden bo endamtîya Ukrayna ya bo NATO piştgirîyê dide wî welatî.

Rêberan dan zanîn ku Rûsya ser Ukrayna bi awayekî ‘’êrîşkar’’ tevdigere.

Li gor medya Ukrayna, axaftina Biden û Zelensky bi qasî 90 deqîqe ajotiye.

Medya Ukrayna dîyar kir ku Zelensky, bo piştgirîya Amerîka spasîya Biden kiriye.

Zelenski ji Twitterê ragihand ku Biden ser axaftina xwe ya bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re agahî dane wî û dîyar kir ku ew bo çareserîya girjîya li rojhilata Ukrayna ser formulan axifîne.

Biden piştî axaftina bi Zelensky re, bi 9 rêberên 9 dewletên li rojhilata Ewrupa re jî axifî.

Serok Biden roja Sêşemê bi Putin re bi qasî 2 saetan axifîbû û dîyar kiribû ku ger Rûsya, Ukrayna dagir bike ewê bersîveke tund bidin.

XS
SM
MD
LG