Serokê Amerîka Joe Biden îro Duşemê ji rêberên NATO'yê re dîyar kir ku parastina Ewrupa, Tirkîyê û Kanada jibo Amerîka "pirsîyarîyeke pîroz" e.
Ev daxuyanîya Biden ji sîyaseta serokê berê Donald Trump ya ku dê ji hevalbendiya leşkerî ya NATO'yê vekişe, guherîneke berbiçav nîşan dide.
Biden piştî hilcivîna G7'an ya di dawîya hefteyê de li Îngîltere pêk hat, îro jibo hilcivîna NATO'yê giheşt Brukselê.
Biden dîsa hewl da ku hevalbendên rojavayî bicivîne ku piştgirîyê bidin stratejîya Amerîka da ku xurtbûna leşkerî ya Çînê kontrol bikin û hevdem li hember helwesta êrîşker ya Rûsî yekîtîyê, nîşan bidin.
Biden, xala parastina hevpar ya peymana NATO'yê destnîşan kir û got ku xala pênca peywireke pîroz e.
"Ez dixwazim ku hemî Ewrupa zanibe ku Amerîka li wir e," Biden got.
Wî ragihand ku NATO jibo wan gelek girîng e, ku dixwaze peywendîyan sererast bike jiber ku Trump di dema seroktîya xwe ya çar salan de gotarên dijî hevalbendîya çekdar ya navokî radigihand û digot endamên wê "tawanbar" in.
Her wiha, tê pêşbînî kirin ku endamên NATO'yê cara yekê Çînê jibo hevalbendîya Rojavayî wek xetera ewlehîyê, destnîşan bikin.
Roja Yekşema 13'ê Heziranê de jî di Hilcivîna G7'an de li ser rewşa mafên mirovan ya li Çîn û Taywanê daxuyanîyeke hate weşandin ku Pekînê got ku nav û rûmeta wê rûreş dike.
Biden behsa hewildanên Rojavayî yên ji salên 1990'an kir, yên bi armanca ku her du welatan jî têxe nav qada demokrasîyên lîberal.
Lê, Biden ser vê mijarê got ku hem Rûsya û hem jî Çîn 'bi aweyekî ku wan hêvî dikirin ku hevgirtî be', tevnagerin
Rêberên NATO'yê jiber zêdebûna hebûna leşkerî ya Rûsyayê ya li nêzî Ukrayna û hevdem jibo êrîşên wê yên veşartî û yên sîber ku têkbirina dewletên Rojava armanc dike, bi fikar in,
Lê, Moskow ev îdayana bi tundî red dike.