Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Biden û Serokê Meksîko Obrado Civîneke Onlaynî Dar Dixin


Serokê Amerîka Joe Biden û serokê Meksîko Andres Manuel Lopez Obrador (Arşîv)
Serokê Amerîka Joe Biden û serokê Meksîko Andres Manuel Lopez Obrador (Arşîv)

Serokê Amerîka Joe Biden li ber e îro bi serokê Meksîkoyê Andrés Manuel López Obrador re bi rêya vîdyokonferansê civînek dar bixe.

Tê pêşbînî kirin ku her du serok di hevdîtinê de ser mijarên mîna koçberî, tekoşîna dijî vîrusa korona û hevkarîya bo ewlehîya aborî û ewlehîya neteweyî gotûbêj bikin.

Serokê Meksîko Obrador ragihand ku ew dixwaze di civînê de bo xebata koçberan bernameyek nû peşnîyarê Biden bike ku salê navbera 600.000 û 800,000 koçberên Meksîkî û Amerîkaya Navîn bikaribin bi qanûnî li Amerîka bixebitin.

Karbidestekî rêvebirîya Biden got ku bi civînê ewê Biden dest pê bike ku bi Meksîko re peywendîya damezrînî saz bike, şûna sîyasetê bi twîtan dîyar bike.

Serokê berê Donald Trump ev şêwaza dîplomasîyê bi kar dianî.

Navbera Amerîka û Meksîko û Kanada de peymaneke bazirganîyê heye, herî dawî di 2018'an û 2019'an de hatîbû nû kirin.

Meksîko û Kanada, piştî Çînê hevkarên bazirganîya herî mezin ya Amerîka ne.

Peymana bazirganîye dibe ku hewlên López Obrador yên bo têkbirina sazîyên serbixwe yên kontrolê, çavdêrîyê û zelalîyê yên li Meksîko tevlîhev bike.

XS
SM
MD
LG