Bi zêdebûna pêketinên cureya ya vîrusa korona, Serokê Amerîka Joe Biden plan dike ku 500 mîlyon testên lezgîn ji Amerîkîyan re pêşkêş bike û piştgirîya ji nexweşxaneyên bi givaştinê re zêde bike û bizavên vaksînkirinê xurt bike.
Li ber e Biden îro ji bîragişrî re bipeyîve û derbarê plana xwe ya şerê dijî COVID-19 agahîyan bide, di vê demê de ku omicron bi awayê lezûbez li Amerêka belav dibe.
Li gor plana Biden, hikûmeta Amerîkî wê 500 mîlyon testên lezgîn yên koronayê bikire û bi belaşî raberî Amerîkîyan bike.
Dîsa, hikûmeta federalî wê navendên nû yên testkirinê ava bike ku pirtir kes bikaribin xwe test bikin û navenda yekê ya testkirinê vê heftê li New Yorkê vebe.