Serokê Amerîka Joe Biden roja Şemîyê dîyar kir ku ewê hejmara penaberên ku îsal dê li Amerîka were qebûl kirin bilind bike.
Ev daxûyanîya Biden, rojek piştî ku qanûndanerên Demokrat ew jiber parastina hejmara herî kêm rexne kirin, pêk hat.
Biden roja Înîyê fermana serokê berê Donald Trump ya ku hejmara penaberên ku ji hêla Amerîka were pejirandin bi 15.000 kesan sînordar dike, dirêj kiribû.
Bi îmzakirina fermanê de, Biden ji soza xwe ya ku di Sibatê de ragihandibû ku dê wê hejmarê bike 62.500 paşve gav avêt.
Lê, Biden li eyaleta Delaware ji rojnamevan re got ku ewê hejmara ku bi 15.000 kesan hatiye sînordar kirin bilind bikin.
"Emê hejmarê zêde bikin. Pirsgirêk, xebata bo çareserîya krîza ku jiber kombûna penaberên ciwan yên ku li ser sînor kombûne bû. Em nekarin yekcar du tiştan bikin, jiber vê yekê niha emê jimarê zêde bikin," Biden got.
Berdevka Qesra Spî Jen Psaki jî roja Înîyê gotibû ku Biden plan dike ku di derbarê hejmara penaberan heya 15'ê Gulanê biryara xwe ya herî dawî bide.