Serokê Amerîka Joe Biden ser zêdebûna pêketinên vîrusa korona yên piştî cureya Omicronê planeke nû ragihand.
Li gor plana nû dê ji Amerîkîyan re 500 mîlyon testên lezgîn yên belaş werin şandin û bo arî karmendên saxlemîyê bikin dê 1000 leşkerên din werin erkdar kirin.
Serok Biden plana nû roja Sêşemê li Qesira Sipî eşkere kir.
Bi planê, ku Qesira Sipî jî hûrgilîyên wê belav kirin, ji meha Rêbendanê pê ve dê bo Amerîkîyan 500 mîlyon testên lezgîn werin şandin.
Amerîkî dê di ser malperekê re, ku dê nû vebe, bi awayekî belaş testan biwesînin û test dê ji wan re belaş werin şandin.
Rêvebirîya Biden berê ji Amerîkîyan xwestibû ku testên xwe bikirin û pereyên wê ji kompanîyên xwe yên sîgortayê bistînin.
Bi plana nû rêvebirîya Amerîka dê cara pêşî testên vîrusa korona bi awayekî belaş bi rê ke.
Hikûmeta federal dê bi plana nû navendan testan veke û çaverê ye bi wê planê navenda pêşî li New Yorkê vebe.
Rêvebirîya Biden dê bi planê 1000 leşkerên din yên şîyana wan ya tibê heye bo piştgirîya nexweşxaneyan bişîne.
Xêncî leşkeran, jimareke karmendên saxlemîyê dê herin eyaletên Michigan, Indiana, Wisconsin, Arizona, New Hampshire û Vermontê.
Serok Biden gava plana nû eşkere kir, got divê ew jiber Omicronê bikevin fikarin, lê divê ew panîk nekin.
Biden dîyar kir ku îro di destên wan de vaksîn û ekîpmanên tibî hene û got ku di serê sala 2020an de rewş cudatir bû.
Wî da zanîn ku niha karantîna giştî ne hewce ye û dîyar kir ku ew îro li gor demên berê ser vîrusa korona pirtir tiştan dizanin.
Pisporên saxlemîyê dibêjin ku Omicron li gor cureyên din yên vîrusa korona zûtir dibe û dibêjin ku dijî wê berevanîya sereke bi vaksînan çêdibe.