Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Putin Şer Bijart, Welatê Wî Dê Bedelê Bide


Serokê Amerîka Joe Biden roja Pêncşemê dijî payabilind, sektorên teknolojîya bilind û bankên Rûsya tole ragihandin.

Biden dîyar kir ku Serokê Rûsya Vladimir Putin şer bijartiye û da zanîn ku welatê wî dê bedela wê bijartinê bide.

Wî got ku Rûsya guh nedaye bangên Amerîka û hevbendên NATO yên bo dîyalogê.

Serokê Amerîka bal kişand ku Rûsya ji berê de hazirîya êrîşê kiriye, 175 leşkerên xwe, kelûpelên leşkerî û bankên xwînê li sînorê Ukrayna bi cîh kirine.

Biden dîyar kir ku bi toleyan ewê bi toleyan karên Rûsya yên bi dolar, euro, pound û yenê sînordar bikin.

Wî da zanîn ku NATO dê bo toleyan nû roja Înê bicive û careke din bi bîr xist ku Amerîka dê tevlî dijî Rûsya nebe, lê dê bo parastina hevbendên NATO berpirsîyên xwe bi cîh bîne.

Serok Biden dîyar kir ku vê rewişa dawî bo temamê Ewrupa metirsî çêkiriye û da zanîn ku wî ferman daye yekîneyên hazir kir ku herin Almanya.

Bi toleyan, Amerîka û hevbendên wê dê hebûnên çar bankên mezin yên Rûs bicemidîne û dijî olîgarkan jî toleyan ragihîne.

Wî dîyar kir ku ew dikarin dijî şexsê Putin jî toleyan ragihînin û got ew ser wê fikrê danûstandinê dikin.

Biden da zanîn ku Amerîka dê bo derxistina neftê bi welatên din re bixebite.

Rûsya, li cîhanê li dû Amerîka û Erebistana Saudî hilberînera sêyê ya neftê ye bi qasî 10 ji sedê petrola cîhanê derdixe.

Jiber girjîya di navbera Rûsya û welatên rojava de buhayê neftê zêde bûye ku ew ji 2014’an vir ve di asta herî bilind de ye.

XS
SM
MD
LG