Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Divê Putin li Dadgeha Tawanên Şer Were Darizandin


Serokê Amerîka Joe Biden got divê hemtayê wî yê Rûs Vladimir Putin li dadgeha tawanên cengê were darizandin.

Biden di ser kuştinên li Bucha re da zanîn ku Putin tawandarê cengê ye.

Wî dîyar kir ku jiber tawanên Rûsya yên li Ukrayna ew hazirîyê dikin ku dijî wî welatî pirtir toleyan ragihînin.

Karbidestên Ukraynî dibêjin ku di serî de Buche, li hin bajarokên welêt termên sîvîlan hene.

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy ser kuştinên li Bucha dibêje ku komkujî ye û ji Rojava dixwaze ku dijî Rûsya pirtir toleyan ragihîne.

AP’ê ji zarê Serdozgera Ukrayna Irina Venediktova dîyar kir ku li Bucha termên 410 sîvîlan hatine dîtin.

Biden got divê ew alîkarîya çekan ya bo Ukrayna bidoîmînin û da zanîn ku bo darizandin çêbe divê ew delîlan jî kom bikin.

Serokê Amerîka ser Putin got ‘’zalim’’ e û da zanîn ku herkes dibîne ku çi li Bucha qewimîye.

Kremlîn bi daxuyanîyeke îdiayên ser kuştina sîvîlên li Bucha red kirin.

XS
SM
MD
LG