Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Biden Careke Din Banga Karanîna Vaksînê Dike


Serok Joe Biden walîyên hin eyaletan bi astengkirina têkoşîna dijî vîrusa korona tawabar kir û da zanîn ku ew rê li ber karanîna vaksînê digirin.

‘’Ger hûn piştgirîyê nadin têkoşînê, qene rê li ber kesên têkoşînê dikin negirin.’’ Biden got.

Biden careke din bang li Amerîkîyan kir ku vaksînê li xwe bidin û dîyar kir ku bi cureya Delte re êdî rewiş bûye ‘’pandemîya kesên vaksîn li xwe nedane.’’

Serok Biden li Qesira Sipî, bi taybetî karên walîyên Teksas û Florîda rexne kir.

Wî bal kişand ku di hefteyeke dawî de ji sê paran pareke pêketinên nû li wan eyaletan hatine tespît kirin û dîyar kir ku divê di vê qonaxê de herkes rêberîyê bike.

Biden bi bîr xist ku wan bo xebatkarên federal şerta karanîna vaksînê anîye û dîyar kir ku jiber ku jimareke eyaletan, rêvebirîyên herêmî û kompanîyên taybet jî ew şert anîne ew kêfxweş e.

Serokê Amerîka da zanîn ku kesên vaksîn li xwe xistine zû bi zû bi vîrusa korona nakevin û dîyar kir ku gava ew pê dikevin jî ew wê nexweşîyê bi awayekî sivik derbaz dikin.

Wî got ku li eyaletên ku rêjeya wan ya karanîna vaksînê bilind e, pêketinên nû hindik in û bal kişand ser pêketinên li Vermont û Maine ku li wan eyaletan rojane 5-6 kes bi vîrusa korona dikevin.

Biden herwiha da zanîn ku Amerîka di alîkarîya vaksînê de li cîhanê di rêza yekê de ye.

Serok Biden got ku wan heta niha li welatê cîhanê pirtir ji 110 mîlyon vaksîn belav kirine û dîyar kir ku ewê di nav salekê de nîv mîlyar vaksîn bişînin welatên xizan.

XS
SM
MD
LG