Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dest bi Gera Rojhilata Navîn Kir û Soza Tunekirina DAIŞê Da


Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden îro Duşemê dest bi gera xwe ya pênc rojî ya Rojilata Navîn kir û soza tunekirina koma tundrê DAIŞê da.

Biden li Abu Dhabi serdana binegaha leşkerî ya Al-Dhafra lir û bi hêzên esmanî yên Amerîkî re kom bû.

Wî xirabkarên DAIŞê wek tawankar û tirsonek nav kir û got ku ewê li Îraq û Sûrîyê dilê DAIŞê derxînin da ku ew nikaribin jahra xwe li herêmê û cîhanê biherikînin.

Biden di hevpeyvîneke rojnameya National de jî rê li ber çareserîyeke leşkerî ji krîza Sûrîyê re girt û pesna danûstandinên aştîyê kir ku li ber e dema nêzîk de Cenevrê destpê bikin.

XS
SM
MD
LG