Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Rûsya bo Dagirkirina Ukrayna li Hincetan Digere


Serokê Amerîka Joe Biden li Qesira Sipî ser girjîya Rûsya û Ukrayna axifî.

Biden got dibe ku Rûsya êrîşî Ukrayna bike û dîyar kir ku ew bawer dike ku ewê Rûsya, Kîev ya paytext bike armanca êrîşên xwe.

‘’Em bawer dikin ku Rûsya dikare di rojên pêş de êrîşî Ukrayna bike û Kîevê bike armanca êrîşan. Li wî bajarî 2,800,000 welatîyên bêrî dijîn.’’ Biden got.

Wî dîyar kir ku li gor nûçeyên têne ber destên wan li rojhilata Ukrayna jimareke caran agirbest hatiye binpê kirin.

Serok Biden da zanîn ku şervanên bi piştgirîya Rûsya li Donbass’ê bo provokekirina Ukrayna roja Pêncşemê bombe avêtine dibistanekê û dîyar kir ku Moskowê hewil daye ku ser êrîşê Ukrayna sûcdar bike.

Biden got ku Rûsya di demên dawî de pirtir agahîyên şaş belav dike û dîyar kir ku Moskow hewil dide ku bi welatîyên xwe bide bawer kirin ku Ukrayna li Donbassê hazirîya şerekî mezin dike.

Wî bi bîr xist ku Amerîka û hevbendên wê ew çend hefte ne dibêjin ku Rûsya bo êrîşê dikare hincetan çêke.

Serokê Amerîka da zanîn ku ger Rûsya di plana xwe de pêşde here ewê bibe berpirsa cengê.

Biden dîyar kir ku Amerîka û hevbendên wê bo gefên dijî axa NATO hazir in ku berevanîyê bikin û got ku tevgerên Rûsya li NATO û li Yekîtîya Ewrupa (YE) berovajî parçebûnê, yekîtîyê çêdikin.

Wî got ku ewê bo cengê leşkeran neşînin Ukrayna, lê ewê piştgirîya bo wî welatî bidomînin û got ku wan vê hefteyê biryar daye ku garantîya kredîya dewletê ya 1 mîlyar dolarî bide.

Wezîrên derve yên Amerîka û Rûsya dê di 24’ê Sibatê de bicivin, lê Biden got ger Moskow heta wê çaxê êrîşî Ukrayna bike ewê derîyê dîplomasîyê bigire.

Karbidestên Amerîkî û Ewrupî dibêjin ku Rûsya bi leşkerên xwe yên li dora Ukrayna hazirîya dagirkirina dike, lê Moskow heta niha jî wan îdiayan red dike.

XS
SM
MD
LG