Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje Ger Rûsya Çekên Kîmyayî bi Kar Bîne Ewê Bersîvê Bidin


Serokê Amerîka Joe Biden got ger Rûsya li Ukrayna çekên kîmyayî bi kar bîne ewê bersîvê bidin.

Biden, ku li Brukselê bi rêberên NATO re axifî, preskonferansek li dar xist.

Di preskonferanseê de ji Biden pirseke ser ‘’îstixbara taybet ya bo çekên kîmyayî yên Rûsya û gumana karanîna wê?’’ hat pirsîn.

Serok Biden dîyar kir ku ew nikare ser îstixbaratê bersîvê bide, lê da zanîn ku ger Rûsya çekên kîmyayî bi kar bîne û ewê li gor şikla karanîna wê bersîvê bidin.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg dibêje Rûsya dikare dijî Ukrayna çekên kîmyayî bi kar bîne û dide zanîn ku ewê tifaq ser vê gumanê sîstemên xwe yên kîmyayî, bîyolojîk û navokî xurttir bike.

Biden bi berdewamî dîyar kir ku siberoja aborî ya Çînê ji Rûsya pirtir girêdayî rojava ye ku wî di rojên borî de Pekîn hişyar kiribû di şerê Rûsya û Ukrayna de piştgirîyê nede Moskowê.

Serok Biden dîyar kir ku wî bi bîra hemtayê xwe yê Çînî Xi Jinping xistiye ku, ji destpêka dagirkirina Ukrayna vir ve jimareke kompanîyên bîyan û Amerîkî ji Rûsya derketine.

Biden da zanîn ku dagirkirina Ukrayna kiriye ku G7, NATO û Yekîtîya Ewrupa (YE) tifaqa xwe xurt bikin û bal kişand ku NATO heta îro ti car yekîtîyeke bi vî rengî çênekiriye.

Wî dîyar kir ku Amerîka hazir e ku 100,000 Ukraynî wek penaber qebûl bike û piştrast kir ku ewê dijî bi sedan endamên hikûmeta Rûsya toleyan ragihînin.

Biden da zanîn ku jiber toleyên dijî Rûsya, Ewrupa û Amerîka jî di rewişeke dijwar de dimînin û dîyar kir ku di civîna G7 de wan bi Kanada re ser gênim danûstandin kiriye.

Genimê Rûsya û Ukrayna 30 ji sedê bazirganîya genim ya cîhanê digire.

XS
SM
MD
LG