Berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden dîyar kir ku ewê berbijarê bo cîgirîya serok hefteya pêş eşkere bike.
Biden di mehên borî de gotibû ku ewê berbijarê bo cîgirîya serok jin be.
Hin jêderên Demokratan dibêjin ku Senatora California Kamala Harris, ku bo hilbijartina seroktîyê berbijarîya xwe ragiandibû lê piştre bi şûnde vekişandibû, were bijartin.
Xênji wê, Demokrat ser Şêwirmenda Ewlekarîya Neteweyî ya dewra Serokê berê Barack Obama, Susan Rice jî diaxifin.
Herwiha, navên endama Kongresê, Val Demings, Bajarvana Atlanta Keisha Lance Bottoms û Tammy Baldwin, Tammy Duckworth û Elizabeth Warren jî derdikevin pêş.