Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden li Misirê Soza Parastina Jîngehê Da, bi Sîsî re Mijara Mafê Mirovan Peyîvî

Serokê Amerîka Joe Biden îro Înê Hilcivîna 27’an jîngehê ya COP27 ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Şarm el-Şêx li Misirê gotareke pêşkeş kir.

Biden dîyar kir ku krîza îklimê ya gerdûnî xeterîyeke mezin e. Wî soz da ku Amerîka bo tekoşîna hemberî vê krîza wê erka bi cîh bîne.

"Krîza jîngehê derheqa ewlehîya mirovî, aborî, jingehî, netewî û ser jîyana gerstêrkê ye. Ez dikarim wekî serokê Amerîka bi bawerî bibêjim ku Amerîka wê heya 2030’an armancên xwe yên ser belavkirina gaza qirêj bi cih bîne."

Biden di gotara xwe de bala nûnerên hukûmetê yên li Şarm el-Şêx kişand ser xalên Peymana Parîsê ya 2015’an ku soza kêmkirina germahîya gerdûnî ya asta bin 1.5 °C dabûn.

Serokê Amerî dîyar kir ku jiber jimareke krîzên din yên gerdûnî civaka navnetewî bi têra xwe li ser armancên Peymana Parîsê nesekinîye.

"Li hember vê bingehê, ji her demê bêtir bileztir pêdivî ye ku em sozên xwe yên ser guherîna îklimê du car zêde bikin. Şerê Rûsya tenê hewcedarîya ku cîhan girêdabûna xwe ya bi şewitên fosîl yên Rûsî demûdest biguherîne, zêde dike," Biden got.

Bi alîyekî din ve, Serok Biden di heman hilcivînê de bi Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî re hevdîtinek kir.

Biden û Sîsî
Biden û Sîsî

Qesra Sipî ragihand ku Biden mijarên girêdayî mafên mirovan ya li Misrê bi Sîsî re peyîvî.

"Serok Biden girîngiya mafên mirovan û rêzgirtina bo azadîyên bingehîn dubare kir. Biden û Sîsî sozên xwe yên bo çareserkirina krîza jingehê dubare kirin û ser jimreke mijarên din jî gotûbêj kirin ku di bava wan de şerê li Ukrayna û ewlekarîya xwarina ya cîhanî jî hene.”

Reutersê ragihand ku Sîsî ji Biden re got ku Misir bo mafên mirovan dest bi stratejîyeke netewî kiriye û dixwaze di wî warî de pêş bikeve.

Hejayî bîrxistinê ye ku bizavkarên mafên mirovan berpirsên NY rexne dikin ku vê hilcivîna COP27 li Misirê li dar dixin ku ji darbeya leşkerî ya 2013’an vir ve xwedîyê tomareke xirab ya mafê mirovan e.

XS
SM
MD
LG