Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Joe Biden Îro Sond Dixe û Dibe Serokê 46'an yê Amerîka


Sîyasetvanê dêrîn û senator û cîgirê berê yê seroka Amerîkî Joe Biden, ku di hilbijrtinên meha Mijdarê de serketî bûbû, îro Çarşemê bi fermi sond dixwe û dibe serokê 46’an yê Amerîka.

Çaverê ye ku sondxwarina fermi dora 12’yê nîvro ya Washingtonê anku 8ê êvarê ya bi dema Amedê pêk were.

Biden di peyamên xwe pir caran gotibû ku ewê hewil bide ku Amerîkîyan nêzî hev bike û birînên heyî derman bike.

Wî soz da ku rêvebirîya wî dê nûnertîya tavahîya Amerîka bike ku herkes dikare bi rengê xwe tê de cîh bigire.

Tîma Biden ji medya Amerîkî re ragihandibû ku Serokê nû Biden îro paşnîvro piştî sondxwaronê wê hin fermanên qanûnder (executive order) derxe ku jimareke biryarên Trump pûç bike.

Cîgira hilbijartî ya Serok, Kamala Harris jî dibe jina yekê ku vî karî radike ser milê xwe.

XS
SM
MD
LG