Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Biden Îşev Gotara Salane ya Rewşa Yekîtîyê Pêşkêş Dike


State of the Union
State of the Union

Serokê Amerîka Joe Biden li ber e ku îşev gotara State of the Union anku Rewşa Yekîtîyê pêşkêş bike û tê de bal bikşîne ser jimareke mijarên girîng.

Çaverê ye Biden di gotara xwe de cîhekî fireh bide êrîşa Rûsya ya ser Ukraynayê û hin biryarên nû yên rêvebirîya xwe ya girêdayî vê jimarê ragihîne.

Medya Amerîkî demeke zûtir ya îro ragihand ku mêvana taybet ya îsal balyoza Ukraynî ya Washngtonê Oksana Markarova ye ji hêla Xanima Yekê Jill Biden ve hatiye vexwendin.

Qanûna Bingehîn ya Amerîka, di Xala II û Beşa 3 de pêdivî dike ku serok "carna, dem bi dem li ser Rewşa Yekîtîyê agahî bide Kongresê û hin pêşnîyarên ku ew hewce dibîne, ji endamên Kongresê re pêşkêş bike.

Gotara Rewşa Yekîtîyê di rûniştineke hevbeş de li Civata Nûneran ya Amerîkî , bi beşdarbûna endamên Civata Nûneran, Civata Senatoran, Dadgeha Bilind, Kabîneya Amerîkî, civaka nûnertîyên dîplomatîk û fermandarên payebilind yên leşkerîyê pêk tê.

Hêjayî balkişandinê ye ku cara yekê ya serokekî Amerîkî li pêş du jinan gotara xwe pêşkêş bike ku ji wan yek cîgira wî Kamala Harris û ya din jî Seroka Civata Nûneran ya Amerîkî Nancy Pelosî ye.

XS
SM
MD
LG