Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden di Gotara Salane de Piştgirîyeke Xurt Dide Ukraynayê


Serokê Amerîka Joe Biden di gotara salane ya Rewşa Yekîtîyê de piştgirîyeke xurt da Ukraynayê ku vê gave dibe armanca êrîşên tund yên hêzên Rûsî.

Serok Biden got ku Amerîka wê pirtir ji yek mîlyar dolaran alîkarîya rasterast didin Ukraynayê.

Biden got ku Vladimir Putin bi êrîşa ser Ukraynayê xwest ku hîma cîhana azad hilweşîne û vîna wê jibo daxwazên xwe yên gênî bitewîne, lê nêrîna wî şaş derket.

“Wî hizir kir ku dikare bi hêsanî têkeve hindurê Ukraynayê û dine jî bê deng bimîne, lê ew dîwarekî sitûr qelibî ku wî qet pêşbînî nedikir.

“Ji Serokê Ukraynî Zelenskyy heta Ukraynî gîş bêtirsbûna xwe, wêrekîya xwe û biryarderîya xwe nîşan dan û ji tevahîya cîhanê re bûn îlham,” Biden got.

XS
SM
MD
LG