Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje Aborîya Amerîkî di Rewşeke Baş de Ye



Serokê Amerîka Joe Biden di gotara salane ya Rewşa Yekîtîyê de bal kişand ser rewşa aborîya Amerîka û got ku ewê hemî derfetên berdest bixebitînin ku karsazî û bikirên Amerîkî biparêzin.

Serok got ku rêvebirîya wî bi 30 welatên din peyîvî ku ji çavkanîyên seranser cîhanê bi hevre 60 mîlyon bermîl neft derxînin.

“Amerîka wê pêşengîya wê hewikê bike û 30 mîlyon bermîlên ji Rezerva Petrolî ya Stratejîk derxîne û em amade ne ku di dema hewcedarîyê de, bi hevkarên xwe re hîn pirtir gavan bavêjin.”

Serok got ku ew gavên wan wê bibe alîkar ku buhayê benzînê li Amerîka di astekle nizim de bimîne.

Biden herwiha li ser pandemîya korona jî sekinî û got ku gelek malbatên Amerîkî di rewşeke xirab ya aborîyê de dijî û têkoşînê dide ku mesrefên xwarinê, beznînê, xanî û yên din derxîne û dawîya mehê bîne.

Wî bi bîr anî ku çawa bavê li mala wan ya li Scranton, Pennsylvania pir çêtinahî kişand ku karekî bibîne û wan buhabûna jîyanê gelekl ji nêzîk ve hês dikir.

Biden got ku loma wî di dema seroktîya xwe de wek gaveke pêşîn Plana Rizgarkirina Amerîkî (American Rescue Plan) da derbaz kirin ku alîkarîya malbatên Amerîkî bike.

Serok got ku ew plan di hewilên wan yên vaksînkirina dijî COVID-19 û têkoşîna dijî wê vîrusê de bû alîkar û ji bi dehan mîlyonên Amerîkîyan re alîkarîya demûdest gîhand.

Biden dîyar kir ku bi spasîya wê plane di nava salekê de 6.5 mîlyon karên nû hatine afirandin ku ew di dîroka Amerîkî de tiştekî nedîtî bû.

Serok bal kişand ku ekonomîya Amerîkî sala çûyî % 5.7 mezintir bû ku ew jî di nava nêzî 40 salên derbazbûyî de rêjeya herî bilind e.

XS
SM
MD
LG