Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Stoltenberg Wê li Qesira Sipî Bicivin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden wê îro Pêncşemê li Qesira Sipî bi Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg re bicive.

Reutersê ew agahî ji zarê Berdevika Qesira Sipî Karine Jean-Pierre ragihand.

Jean-Pierre dîyar kir ku Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesira Sipî Jake Sullivan jî dê beşdarî civîna Biden û Stoltenberg bibe.

Stoltenberg û Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken do Çarşemê axifîbûn.

Stoltenberg piştî danûstandina bi Blinken re dabû zanîn ku ewê di rojên pêş de li Brukselê ser daxwaza Swêd û Fînlandîya ya bo beşdarîya li NATO civînekê çêkin.

Karbidestên Swêdî û Fînlandîa jibo ku bibin endamên NATO danûstandinê dikin, lê Tirkîye dijî vê daxwaza wan disekine.

Jibo ku Swêd û Fînlandîya bibin endamên NATO, divê 30 endamên tifaqê bi yekdengî wan bipejirînin.

XS
SM
MD
LG