Serokê Amerîka Joe Biden, di hevdîtina yekê ya rûbirû ya bi rêberekî bîyanî de îro Înê li Qesira Sipî xêrhatina Serokwezîrê Japonî Yoshihide Suga dike.
Çavdêrên sîyasî bal dikşînin ku Biden bi vê hevdîtinê dixwaze girîngîya Japonya ya di pêşîgirtina Çînê de nîşan bide û hember Pekînê hevbendîyeke xurt ava bike.
Biden û Suga wê peyama Serokê Çînî Xi Jinping bidin ku gotibû “rewşa demokrasîya Amerîka û demokrasîyên din xirabtir dibin.”
Rêvebirîya Biden kiriye armanc ku polîtîkayên xwe li herêma Hîndo-Çînê xurt bike û hêza Çînê ya leşkerî û aborî, ku di bin rêberîya Xi de di salên dawîyê de xurt bûye, kêmtir bike.
Jêderên rêvebirîyê ji AP re dibêjin ku yek jî sedemên vekişîna leşkerên Amerîkî ji Afganistanê ev e ku Washington hemî bala xwe bide herêma Asyaya Rojhilat.
“Di hevdîtina Biden û Suga de helwesta me ya dijê Çînê û kordînasyon û hevkarîya hevbeş ya ser heman dewletê dê were nirxandin. Her du herwiha pirsgirêkê din herêmî û programa navokî ya Koreya Bakur jî gotûbêj bikin,” berdevika Qesira Sipî Jen Psaki got.
Suga jî ji nûçegîhanan re got ku ew armanc dike ku bi Bidne re peywendîyeke li ser bingeha bawerîya dualî ava bike.