Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Biden Îro Seredana Malbatên Qurbanîyên Avahîya Hilweşîyayî Dike


Serokê Amerîka Joe Biden û hevjîna wî Jill Biden îro diçin bajarê Surfside ya istana Florida ku sersaxî ji malbatên qurbanîyan re bixwazin.

Biden, ku bi xwe jî jimareke trajedîyên mezin jîyabûn, dixwaze di vê dema dijwar de li kelîka malbatên xemgîn bisekine û êşa wan parve bike.

Di encama hilweşîna avahîya bilind de heta niha 18 kes hatine kuştin ku 2 ji wan zarokên 4 û 10 salî ne.

Karbidest didine zanîn ku heta niha 145 kes jî hunda ne û tirs heye ku ew kes di bin kavilan de asê mane.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG