Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Biden Berbijarîya Neera Tanden Vedikişîne


Qesira Sipî berbijarîya Neera Tanden, ku jiber peyamên wê yên li Twitterê peyvajoya pejirandina wê rawestîbû, sekinand.

Serok Joe Biden, Tanden bo seroktîya Daîreya Budçe û Rêvebirîyê kiribû berbijar.

Biden bi daxuyanîke kin dîyar kir ku wî daxwaza ser vekişandina Tanden pejirandiye û dîyar kir ku ewê di rêvebirîyê de li cîhekî din kar bike.

Tanden bi nameyekê ji Qesira Sipî re dîyar kiribû ku li hember berbijarîya wê ji ‘’hevraz’’ekê pirtir tişt hene.

‘’Mixabin xuya dibe ku bo min ti rêka pejirandinê tune. Ez naxwazim ku lêkolînên ser berbijarîya min we ji karê we yên din dûr bixe.’’ Tanden di nameya xwe de gotibû.

Du komîteyên Civata Senatoran civînên ser nirxandina berbijarîya Tanden betal kiribûn.

Ger bebijarîya Tanden bihata pejirandin ew dê bûbûya Amerîkîya ne sipî ya pêşî ya li seroktîya Daîreya Budçe û Rêvebirîyê.

Tanden jiber peymanên xwe giran yên dijî Komarîyan lêborîn xwestibû.

Senatorê Demokrat Joe Manchin dîyar kiribû ku ewê berbijarîya Tanden nepejirîne.

Hin Komarîyên nermrê jî ku eşkere kiribûn ku ewê dengê xwe nedin Tanden, rê li ber hêvîyên pejirandina berbijarîya wê hatibû girtin.

Tanden, ku berê di dewra seroktîya Barack Obama û Bill Clinton de jî di rêvebirîya cîh girtibû, niha seroktîya sazîya lîberal ya bi navê Navenda Pêşveçûna Amerîka dike.

XS
SM
MD
LG