Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje Amerîka bo Parastina Taywanê Dikare Hêza Leşkerî bi Kar Bîne


Serokê Amerîka Joe Biden û serokwezîrê Japonya Fumio Kishida li Tokyo di presskonferansa hevpar de, 23 Gulan, 2022
Serokê Amerîka Joe Biden û serokwezîrê Japonya Fumio Kishida li Tokyo di presskonferansa hevpar de, 23 Gulan, 2022

Serokê Amerîka Joe Biden îro Duşemê di serdana xwe ya Asya de, li Japonya ser Taywanê peyamên girîng ragihandin.

Biden dîyar kir ku ger Çîn êrîş ê Taywanê bike, Amerîka dikare destwerdana leşkerî bike.

Serok Biden ev daxuyanî ser pirseke da, di presskonferanseke hevpar ya bi bi serokwezirê Japonya Fumio Kishida re de.

Ji Biden hat pirsîn ka gelo Amerîka amade ye "jbo parastina Taywanê di warê leşkerîde rasterast beşdar be, jiber ku piştî dagirkirina Ukrayna ya ji hêla Rûsya Washington ev yek nexwestiye.

"Erê. Soza ku me daye ev e, ” Biden got , lê wî di derbarê wê sozê de
bêtir hûrgulî eşkere nekir.

Wî bi berdewamî dîyar kir ku sîyaseta Amerîka ya di derbarê Taywanê de zelal e û ti guhertin di wê sîyasetê de nîne.

" Em ser sîyaseta hebûna yek-Çînê hevbîr in, me ser vê mijarê peymanên pêwîst îmza kirine, lê ramana ku herêmeke bi darê zorê were giritn ne ramane were girtin, ne guncaw e, " Biden got.

Seroke Amerîkî her wiha anî ziman ku hêvîya wî ew e ku Çîn bi rengekî wiha hêza xwe bi kar neyne.

Wezareta derve ya Çînê demûdest bersîva Biden da û bi daxuyanîyeke ragihand ku bo Pekînê ser mijarên bi serwerîya wê ve girêdayê jibo lihevkirin yan tawîzan ti rêk tuneye.

XS
SM
MD
LG