Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Rijde Ku Sizayên Dijî Tirkîyê Jiber Mûşekên S-400 Bidomîne


Serokê Amerîka Joe Biden
Serokê Amerîka Joe Biden

Dîplomatek payebilind yê Amerîka îro Çarşemê ji ajansa Reutersê re, ragihand ku serokê Amerîka Joe Biden bi baryare, sizayên dijî Tirkîyê yên di çarçoveya Qanûna Tekoşîna li Hemberî Dijminên Amerîka Bi Rêkên sizakirinên (CAATSA) jiber kirîna sistema mûşekên S-400 ya Rûsyayê bidomîne.

Heman dîplomatî ragihand ku heke Enqere ji Moskowê sîstemên çekên mezin yên din bikire ewê Amerîka sizayên zêdetir jî dîyar bike.

Hevdem, îro di rûniştineke Kongresa Amerîka de şêwirmendên wezareta karên derve ya Amerîka Victoria Nuland daxuyanîya karbidestên Qibrisa Tirk ya ser vekirina beşek Varosha (Maraş) şermezar kir.

Varosha(Maraş) niha herêmek leşkerî ye û berê hatibû gotin ku dê were radestkirinê Rûmên Qibrisê.

Nêzî 17.000 welatîyên Rûm yên Qibrisê yên li Varosha(Maraş) di Tebaxa 1974'an de jiber pêşveçûna hêzên Tirk revîyabûn.

Varosha ji wê demê vir ve vala ye, bi têlan û nîşanan ketina hindûrê heremê hatiye qedexe kirin.

Di biryarên NY de tê xwestin ku herêm were radestkirinê Rêvebirîya Neteweyên Yekbûyî.

XS
SM
MD
LG