Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje Rêvebirîya Wî Dikaribû Dijî Rûsya Toleyên Girantir Ragihandana


Serokê Amerîka Joe Biden li Qesira Sipî ser toleyên nû yên dijî Rûsya axifî.

Biden dîyar kir ku wî ji Serokê Rûsya Vladimir Putin re daye zanîn ku li gor tespîtên wan Moskowê may li hilbijartinên Amerîka kiriye û ewê rê nedin ku careke din tiştekî wisa biqewime.

Joe Biden da zanîn ku wî ji Putin re bi awayekî zelal gotiye ku ew dikarin toleyên girantir ragihînin, lê wan niha xwestiye ku tole bi teşe bin.

‘’Ger Rûsya maytekirina li demokrasîya Amerîka bidomîne emê bo bersîvdanê hazir bin ku û wek serokê Amerîka ew berpirsîya min e.’’ Biden got.

Wî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser girjîya li Ukrayna û dîyar kir ku êdî dema kêmkirina girjîyê hatiye.

Biden da zanîn ku ew dixwazin ku bi Rûsya re peywendîyeke wan ya bi îstiqrar hebe.

Di serê hefteyê de, Biden bi rêka telefonê bi Putin re axifîbû û gotibû ku ew dikarin li welatekî din hilcivînekê çêkin.

Li gor toleyên roja Pêncşemê hatine ragihandin, 10 dîplomatên Rûs dê werin dersînor kirin û dijî 30 kes û kompanîyên li Rûsya jî toleyên nû hatine ragihandin.

XS
SM
MD
LG