Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden, Trump bi Gurkirina Tundûtûjîyê Tawanbar Dike


Berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden di mîtînga li Pennsylvania de Serok Donald Trump bi ‘’gurkirina tundûtûjîyê’’ tawanbar kir.

Joe Biden ser protestoyên li Amerîka yên dijî polîs û nijadperestîyê dîyar kir ku jiber ku Trump ‘’bi xwe rê li ber tundûtûjîyê vedike’’, nikare wê bi dawî bike.

‘’Em dê di 60 rojan de biryarekê bidin: Emê xwe ji vê jehrê pak bikin? Yan em dê vê jehrê bikin karektera tim ya welatê me?’’ Biden got.

Trump roja Înê ser xwenîşanderan gotibû ku ew ‘’anarşîst, provokator, talankar û serhilda’’ ne.

Biden di axaftina xwe de da zanîn ku kesên talanê dikin ne xwenîşander in, divê ew cihê werin girtin û darizandin.

Di hilbijartina seroktîyê ya sala 2016’an de, li Pennsylvania Trump bi ser ketibû û wê serketinê di qezenckirina hilbijartinê de bandoreke mezin çêkiribû.

Biden, ku jiber vîrusa korona piranîya xebatên xwe ji mala xwe ya li eyaleta Delaware birêve dibir, xwest ji Pennsylvania ya ku yek ji eyaletên krîtîk e derkeve qadan.

Karbidestên kempeyna Biden ragihand ku ber bi rojên hilbijartinê ve, ew dê pirtir serdana eyaletên krîtîk yên bo hilbijartinê bike.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG