Berbijarê Partîya Komarî, Serok Donald Trump û berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden, li eyaletên cihê, li kanalên cuda hevdem pirs bersîvandin.
Kanala NBC bi Trump re li Miami ya Florîda û kanala ABC jî li Philadelphia ya Pennsylvania bi Biden re bername li dar xist.
Trump piştî bi vîrusa korona ketibû red kiribû ku dîbeyta duduyan ya bi Biden re bi awayekî onlayn çêbe.
Li ser pirsa ka wî berî dîbeyta pêşî testa vîrusa korona kiriye yan ne, Trump got ku ‘’Nayê bîra min.’’
Wî ser peyvajoya bi vîrusa korona ketibû got ku ‘’Serê pêşî tayê min hebû. Herhal cegerên min enfekte bûbûn. Doktoran rîsk nexwestin û em çûn nexweşxaneyê. Li wir kokteyla antîkorê dane min. Di demeke kin de ez baş bûm.’’
Trump derbarê rexneyên ser bikarneanîna maskan jî got ku ‘’Kesên maskan bikar tînin jî bi nexweşîyê dikevin.’’
Li ser pirsên derbarê nijadperestîyê jî Trump dîyar kir ku wî her tim nijadperestîya sipîyan şermezar kiriye û ew herwiha Antifa jî şermezar dike.
Trump, li ser pirsa ewê tevgera komployan QAnon şermezar bike yan ne, got ew ser wê komê ti agahîyê nizane.
Di bernameya Biden de jî fikrên wî yên derbarê Dadgeha Qanûna Bingehîn derketin pêş.
Medya Amerîkî dîyar kiribû ku Biden dê hewil bide kursîyên Dadgeha Qanûna Bingehîn zêde bike û bi wî awayî ‘’makyajeke fikrî’’ çêke.
Li ser pirsa derbarê wan îdiayan Biden got ku ‘’Ez ne alîgirê tijekirina dadgehan im. Ez ne alîgirê vê me.’’
Biden got ku ger berî hilbijartinê berbijara nû ya Dadgeha Qanûna Bingehîn were erkdar kirin ewê qonaxa li dû wê erkdarkirinê bifikirin.
Çaverê ye ku her du berbijar, berî hilbijartinên 3’yê Mijdarê, cara dawî di 22’yê Cotmehê de rûbirû biaxifin.