Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Dîbeyta Biden û Trump de Pirsgirêka Korona Cîhekî Berfireh Girt


Berbijarê Partîya Komarî Serok Donald Trump û berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden di dîbeyta dawî de li bajarê Nashville ya eyaleta Tennesse derketin hember hevdu.

Di dîbeytê de, ku bi moderatorîya rojnamevana kanala NBC Kristen Welker hate rêvebirin, pêşî mijara pandemîya korona hate nirxandin.

Wek bersîva pirsa derbarê korona ku heta niha pirtir ji 222,000 Amerîkî kuştine, Trump got ku wan ekonomîya herî mezin ya cîhanê daxistiye ku bikaribin şerê vê ''nexweşîya malwêran'' ku ji Çînê derketiye, bikin.

"Ev pandemîyeke li seranser cîhanê ye, lê me karî ku rêjeya mirinên ji koronayê bînin xwarê. Hikûmeta federalî aborîya welêt danexist, lê her eyalet bi xwe biryara sînorkirinên girêdayî korona dan.”

Trump îdia kir ku berî ku ev sal bi dawî bibe, îhtîmaleke mezin e ku vaksîna korona dê were dîtin.

Serok Trump herwiha qala serpêhatîya xwe kir ku çawa bi vîrusa korona ketiye û got ku ew gelek tişt ji wê serborîyê hîn bûne.

Biden bi tundî gotinên Trump yên derheqa bersîvdana korona rexne kirin û got ku hember bersîvdana krîza korona, planeke Trump tuneye.

"Kesê ku ji ev qas pir mirinên ji koronayê berpirs e, nabe ku wek Serokê Welatên Yekbûyî yên Amerîka bimîne. Ger karanîna rûberkan (maskan) bi berfirehî pêk bihata, hîngê bi hezaran can dikaribûn bihatana rizgar kirin.

Biden îdia kir ku heta niha jî planeke berfireh ya Trump tuneye pêşî li belavbûna koronayê bigire.

"Divê serok Amerîkîyan heweskar bike ku ew maskan parastinê bi kar bînin, divê bi lezûbazî test werin kirin û jibo vekirina xwendingeh û karsazîyên biçûk standardên netewî werin danîn. Ezê van pirsgirêkana hemî çareser bikim û ezê hember pandemîya korona planekê amade bikim.”

XS
SM
MD
LG