Qesira Sipî ragihand ku Serok Joe Biden îro Înê bi Serokomarê Ukrayna Volodimir Zelenskiy re axifîye.
Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, Biden dîyar kiriye ku Amerîka bi awayekî xurt piştgirîya Ukayna dike.
‘’Serok Biden piştrast kir ku Amerîka dijî êrîşvanîya Rûsya ya li Donbass û Qirimê dewam dike, alîgira domdar ya yekîtîya axa Ukrayna û serwerîya wê ye.’’ di daxuyanîya Qesira Sipî de hat gotin.
Biden, piştî nûçeyên didin zanîn ku Rûsya li sînorê Ukrayna leşkeran bi cîh dike, ew piştgirî ragihand.
Wî herwiha dîyar kir ku rêvebirîya Amerîka girêdayî hevkarîya stratejîk ya bi Ukrayna re ye û da zanîn ku ew piştgirîyê didin planên Zelenskiy yên ser têkoşîna dijî bertîlê.
Zelenskiy jî ji Twitterê ser axifîna bi Biden re razîbûna xwe ragihand û da zanîn ku ew jiber piştgirîyên Amerîka yên di astên cuda de wê pîroz dike.
Serokê Ukrayna dîyar kir ku piştgirîya Amerîka bo welatîyên wî pir girîng e.
Serbalyozên NATO, ser zêdebûna girjîyên li herêma Donbass, ku li rojhilata Ukrayna ye, kom bûbûn.
NATO do Pêncşemê bi daxuyanîyekê dîyar kiribû ku jiber ku Rûsya li sînorê Ukrayna leşkeran bi cîh dike, ketiye fikaran.