Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden di Civata Giştî ya NY de Peyîvî


Serokê Amerîka Joe Biden îro Sêşemê di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de peyîvî.

Biden di destpêka axaftinê de bal kişand ser pandemîya COVID-19 û kesên ku jîyanên xwe ji dest dane, bi bîr anîn.

Wî got ku Amerîka girîngî dide hevbendên xwe û ew çaverê ne ku bi hevalbendên xwe bo cîhaneke dewlemend ya jibo hemî gelan hevkarî bikin.

Biden got ku ewê li her derê demokrasîyê xurt bikin û dijî zordarîyê bisekinin, lê di heman demê de got ku êdî serdema Şerê Sar nemaye.

Serokê Amerîkî herwiha got ku ew bi Kongresa Amerîkî dixebite ku çareserî ji pirsgirêkên girêdayî îqlim û jîngehê re bibîne.

XS
SM
MD
LG