Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Biden 200 Mîlyon Doz Vaksînên Din Dikire


Serok Joe Biden, li Enstîtuya Saxlemî ya Neteweyî (NIH) ya li eyaleta Maryland ya cîrana Washington ya paytext e ser bernameya vaksîna vîrusa korona axifî.

Biden bernamaya vaksîna vîrusa korona ya ji Serokê berê Donald Trump sitandî rexne kir, bang li Amerîkîyan kir ku bi sebir bin û da zanîn ku wan 200 mîlyon doz vaksînên din kirîne.

Wî dîyar kir ku ew li bendê ne ku di meha pêş de hejmara kesên jiber vîrusa korona canên xwe ji dest didin bigihije 500 hezar kesî û bang li hemî Amerîkîyan kir ku bo rê li ber belavbûna vîrusa korona bigirin maskan bidin ber rûyên xwe.

Serok Joe Biden dîyar kir ku rêvebirîya wan her yek ji wan 100 mîlyon bi Moderna û Pfizerê re ser 200 mîlyon doz vaksîn peyman çêkirine û da zanîn ku ewê têra hemî Amerîkîyan bike.

Nifûsa Amerîka 300 mîlyon e ku Biden di ser wê yekê re da zanîn ku 600 mîlyon doz vaksîn têra hemî Amerîkîyan dike.

Li gor daxuyanîya Biden, dê her Moderna û Pfizer heta dawîya Tîrmehê parçe bi parçe temamê vaksînan bidin.


Çaverê ye ku vaksîna Johnson & Johnson jî di vê mehê de destûrê bistîne.

Johnson & Johnson hewil dide ku heta Hezîranê ji vaksîna xwe ya yekdozî 100 mîlyon doz belav bike.

XS
SM
MD
LG