Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Vaksînên Me Dê di Dawîya Gulanê de Têra Hemî Amerîkîyan Bikin


Serok Joe Biden dîyar kir ku ewê heta dawîya Gulanê têra hemî Amerîkîyên gihiştî vaksînan bi dest xin.

Rêvebirîya Biden ragihandibû ku kompanîya dermanan Merck dê bo vaksîna vîrusa korona ya Johnson & Johnson ya nû destûr standî alîkarîyê bike.

Biden da zanîn ku hevkarîya Merck û Johnson & Johnson dişibe hevgirtina dema Şerê Cîhanê ya Duyê.

Serok Biden dîyar kir ku dema ku stokên vaksînan zêde bibin ewê fermanan bide eyalatan ku vaksînan berê li mamosteyan xin.

Biden got ku hikûmeta federal dê wan vaksîna rastexwe di ser dermanxaneyan re belav ke.

Çaverê ye ku bi karanînan vaksînên bo mamosteyan bandora erênî li destpêka perwerdeya rûbirû çêbe.

Biden dîyar ki ku ew hêvî dike ku di sala pêş de van çaxan derbazî qonaxe normal bin û got ku belkî ew qonax hîn zûtir jî destpê bike.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Amerîka 28,7 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 516,024 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG