Serok Joe Biden dîyar kir ku wan armanca xwe ya ser di 100 rojên pêşî yên seroktîyê de karanîna 100 mîlyon vaksînên vîrusa korona ji niha ve derbaz kiriye.
Biden dîyar kir ku ewê roja Înê, di roja 58’an ya seroktîyê de bi 100 mîlyon vaksîn ginhînin.
‘’Dema me ew kar sitand, gelek tiştên gerek bihatana kirin hebûn. Pêdivîya me bi vaksînan, kesên vaksînan lê didin û navendên vaksînan hebûn.’’ Biden got.
Wî bal kişand ku jiber bahozên berfê kempeyna vaksînê bi dijwarîyan re rûbirû maye, û got ku wan dîsa jî plana xwe pêk anîye.
Serokê Amerîka dîyar kir ku ew her hefte vaksînên ku ji eyaletan re dişînin du qat zêde dikin û da zanîn ku wan hejmara lêxistina vaksînan ji rojê 1 mîlyon rakiriye 2,1 mîlyon.
Biden da zanîn ku heta niha 600 navendên vaksînê hatine ava kirin û got ku wan bo berfirehkirina kempeyna vaksînê 14 hezar dermanxaneyên herêmî seferber kirine û 500 klînîkên mobîl jî bo lêdana vaksînê digerin.
Wî dîyar kir ku bi rêka FEMA, artêşa Amerîka û Wezareta Saxlemî 6000 kes di lêdana vaksînan de kar dikin.
Serok Biden got ku bi mîlyonan kesan vaksîn li xwe dane lê divê bi mîlyonên kesên din vaksînê li xwe bidin.
Biden bi bîr xist ku hefteya borî li jimareke eyaletan pêketinên nû yên vîrusa korona zêde bûne û bang li Amerîkîyan kir ku maskên xwe bidin ber rûyên xwe û li gor mesafeya civakî tevbigerin.