Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje Armanca Wan ya Nû Karanîna 200 Mîlyon Vaksîn E


Serok Joe Biden di preskonferansa xwe ya pêşî ya li Qesira Sipî de ser karanîna vaksînên vîrusa korona axifî.

Biden berî pirsên rojnamevanan dîyar kir ku ew dixwazin di 100 rojên pêşî yên seroktîya wî de 200 mîlyon vaksîn werin karanîn.

Wî bi bîr xist ku plana wan berê di 100 rojên pêşî yên seroktîyê de karanîna 100 mîlyon vaksîn e û got ku ew 42 rojan pêşde gihiştine armanca xwe.

Serokê Amerîka dîyar kir ku armanca wan ya nû 200 mîlyon e û got ku li cîhanê hîn ti dewlet negihiştiye wê astê.

Biden di rojên borî de dabû zanîn ku 600 navendên vaksînê hatine ava kirin û gotibû ku wan bo berfirehkirina kempeyna vaksînê 14 hezar dermanxaneyên herêmî seferber kirine û 500 klînîkên mobîl jî bo lêdana vaksînê digerin.

Amerîka bi hejmara pêketin û mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê Amerîka pirtir ji 30 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 546,300 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG