Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden bo Kempeyna Vaksînê Armancên Nû Radigihîne


Serok Joe Biden dîyar kir ku ew dixwazin ku heta 4’ê Tîrmehê, ku roja serxwebûna Amerîka ye, 70 ji sedê giheştîyan bi kêmî ve dozeke vaksîna vîrusa korona li xwe din.

Bi armanca nû, tê xwestin ku heta 4’ê Tîrmehê 160 mîlyon giheştî karanîna vaksînan temam bikin.

Niha li Amerîka 56 ji sedê giheştîyan bi kêmî ve dozeke vaksîna vîrusa korona li xwe xistine û 105 mîlyon kesan jî bi temamî vaksîn li xwe dane.

Biden da zanîn ku di destê wan de vaksîn hene û divê ew bala xwe bidinê ku pirtir Amerîkî vaksînan li xwe bidin.

‘’Eger em di hewilên xwe de bi ser kevin, Amerîkî dê bo jîyana normal gaveke girîng biavêjin.’’ Biden got.

Ger Serok Biden bigihîje armancên xwe dê heta 4’ê Tîrmehê nivê nifûsa Amerîka vaksînan li xwe de.

Amerîka niha di rojekê de 965 doz vaksîn bi kar tîne ku ew hejmar nîvê hejmara sê hefteyên berê ye.

Bo Biden bigihîje armanca xwe divê ew doz du qat zêde bibe.

Çaverê ye ku Rêvebirîya Derman û Xwarinê (FDA) bo kesên temenê wan di navbera 12 û 15an de ye vaksîna Pfizerê bipejirîne.

Serok Joe Biden dîyar kir ku gava FDA vaksînê bipejirîne ewê demûdest dest bi kempeyna vaksînê ya wan kesan bikin û li seranserê welêt ji 20,000 dermanxaneyan re vaksînan bişînin.

Biden bang li ciwanan kir ku vaksînê li xwe bidin. Wî da zanîn ku bi taybetî gelek kesên di salên xwe yên 20’î û 30’î de ne dibêjin vaksîn ne pêwîst e, lê got ew bi awayekî zelal dibêje ku divê ew vaksînê li xwe bidin.

XS
SM
MD
LG