Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dê Bangên Ser Karanîna Vaksînan Bidomîne


Serok Joe Biden dê îro Sêşemê bang li Amerîkîyên hîn vaksîna vîrusa korona li xwe nedane bike ku bi taybetî dijî cureyên nû yên vîrusê vaksînê li xwe bidin.

Çaverê ye ku li gor zêdebûna fikarên ser belavbûna cureya vîrusa korona ya bi navê Delta, Biden jî ser bernameya vaksînan daxuyanîyan bide.

Rêvebirîya Biden hewil dida ku heta Roja Serxwebûnê ya 4’ê Tîrmehê bi kêmî ve 70 ji sedê gehiştîyan vaksînan vîrusa korona li xwe bidin.

CDC ya Amerîka roja Înê ragihand ku 67 ji sedê gehiştîyan dozeke vaksînê vîrusa korona li xwe dane û 47 ji sedê gehiştîyan jî her du doz li xwe xistine.

Serok Biden di pîrozbahîyên Roja Serxwebûnê de li Qesira Sipî dîyar kiribû ew jinûve rêwîtîyê dikin, jinûve hev dibînin û dikan jinûve vedibin.

Biden dabû zanîn ku tevî ku rewiş ber bi rindbûnê ve diçe jî dîyar kiribû ku şerê dijî vîrusa korona, ku pirtir ji 600 hezar Amerîkî kuştine, hîn bi dawî nebûye.

Wî dîyar kiribû ku dijî cureyên nû yên vîrusa korona berevanîya herî baş karanîna vaksînan e û gotibû ku ew tevgereke welatperwer e.

Başûr û bakurê Amerîka di rêjeye karanîna vaksînan de dûrî hev disekinin.

Li rojhilata bakurê Amerîka pirtir ji nîvê gehiştîyan vaksîn li xwe dane, lê rewiş li eyaletên başûr xirab e.

CDC dide zanîn ku li Alabama, Arkansas, Louisiana û Mississippi kêmtir ji 35 ji sedê gehiştîyan vaksîn li xwe dane.

Anketa Washington Post – ABC Newsê raber dike ku bi tenê 45 ji sedê Komarîyan doza pêşî ya vaksînê li xwe xistine.

Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî Anthony Fauci di NBC’ê de bang li Amerîkîyan kir ku cudabîrîyan biterikînin û bibînin ku dijmin vîrus e.

Fauci da zanîn ku vaksîn dijî vîrusa korona bi bandor e û da zanîn ku 99 ji sedê mirîyên ji vîrusa korona canên xwe ji dest dane vaksîn li xwe nedane.

XS
SM
MD
LG