Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Banga Karanîna Vaksînên Xurtker Dike


Serok Joe Biden bang li Amerîkîyên giheştî kir ku vaksînên vîrusa korona yên xurtker jî li xwe xin.

Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) roja Înê karanîna vaksîna xurtker pejirand û Biden dîyar kir ku ewê jî di demeke nêz de wê li xwe xe.

Dîrektora CDC Rochelle Walensky ew bo kesên wek kal û pîran, mamosteyan û xebatkarên marketan, ku di bin rîskan de ne, karanîna vaksîna sêyan Pfizerê pêşnîyaz dikin.

‘’Ger we di mehên Rêbendan, Sibat û Adarê de vaksîna Pfizerê li xwe daye û hûn ji 65 salî mezintir in, vaksîna xurtker li xwe din.’’ Biden got.

Biden dîyar kir ku kesên wek xebatkarên saxlemîyê û mamosteyên, ku li civatê di karên pêş de dixebitin, dikarin vaksîna xurtker bi awayekî xurtker li xwe din.

Wî got bo wî çetin e ku bêje ew ji 65 salî mezintir e û dîyar kir ku ewê jî vaksîna xurtker bikar bîne.

Serok Biden da zanîn ku ewê rêvebirî di dawîyê de bo hemî Amerîkîyan vaksîna xurtker hazir bike.

Biden dîyar kir ku berevanîya kesên vaksînên Moderna Johnson & Johnson li xwe dane hîn jî xurt e û got zanyar bo wan vaksînan jî ser yeke xurtker dixebitin.

Heta niha pirtir ji 2 mîlyon Amerîkîyan vaksîna xurtker li xwe dane û ew nîşan dide ku gelek Amerîkî bo karanîna vaksîna xurtker li benda pejirandina CDC û FDA nemane.

XS
SM
MD
LG