Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden bi Walîyên Eyaletan re Ser Vîrusa Korona Axifî


Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden bi walîyên Demokrat û Komarî re bi rêka telekonferansê ser vîrusa korona axifî.

Joe Biden dîyar kir ku walîyên ku beşdarî telekonferansê bûne li ‘’armancake hevbeş’’ gerîyane û got ku ‘’Wan nîşan da ku em berî her tiştî Amerîkî ne’’

Biden bi bîr xist ku jiber vîrusa korona li Amerîka pirtir ji 250 hezar kesan jîyanên xwe ji dest dane û da zanîn ku bo têkoşîna dijî wê vîrusê divê ew bi hev re xebatên xwe bimeşînin.

Wî da zanîn ku serê pêşî divê eyalet, bajar û komên xwecihî ji hikûmeta federal alîkarîya aborî bistînin û dîyar kir ku divê cîhên kar, dibistan û kesên dixebitin jî piştgirîyê bigirin.

Biden bal kişand ser dijwarîyên belavkirina perpûna vîrusa korona û dîyar kir ku divê ew bo 330 mîlyon perpûnan bi hev re xebatan bikin û bîragiştî jî bi awayekî rast agahdar bikin.

Serokê hilbijartî got ku ew bi walîyan re ser karanîna maskan jî axifîye û dîyar kir ku ‘’karanîna maskan ne helwesteke sîyasî ye, lê welatperwerî ye.’’

Biden da zanîn ku ewê karantîna li seranserê Amerîka ranegihînin û dîyar kir ku ewê li şûna aborîyê, vîrusa korona rawestînin.

XS
SM
MD
LG