Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Karanîna Maskan Welatperwerî Ye


Serokê Joe Biden dîyar kir ku 90 ji sedê gihiştiyên Amerîka dê heta 19’ê Nîsanê mafê karanîna vîrusa korona bi dest xin.

Biden li Qesira Sipî bal kişand ku hejmara pêketin û mirinên ji vîrusa korona di rojên dawî de jinûve zêde dibin û da zanîn ku divê tedbîr neyên sist kirin.

Wî bang li rêvebirîyên eyalet û rêberên herêmî kir ku karanîna maskan careke din mecbûr bikin.

‘’Her roj hîn jî bi qasî 1000 Amerîkî canên xwe ji dest didin. Destên xwe bişon, mesafeya civakî biparêzin, maskan bidin ber rûyên xwe, vaksînan li xwe xin. Ew erkên welatparêzî ye ne.’’ Biden got.

Biden hişyarî da ku ger ew tedbîran sist bikin ku ewê rewişa jiber vîrusa korona çêbûya xirabtir bibe.

Xêncî wan hişyariyan, Biden kir ku ew jiber bernameya vaksînê ya Amerîka jî geşbîn e.

Wî got ku di sê rojên dawî de pirtir ji 10 mîlyon vaksîn hatine karanîn, bi bîr xist ku di 60 rojên pêşî yên seroktîya wî de 100 mîlyon vaksîn hatine karanîn û da zanîn ku ew dixwazin ku di 40 rojan de jî 100 mîlyon vaksîn werin karanîn.

XS
SM
MD
LG