Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Zelenskiy Dê Roja Çarşemê li Qesira Sipî Bicivin


Qesira Sipî ragihand ku Serok Joe Biden û Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskiy dê roja Çarşemê li qesirê bo raberkirina hevkarîyê bicivin.

Ew civîn dê jiber bahoza Ida û vekişîna hêzên Amerîka ji Afganistanê ji ya plankirî du rojan derengtir li dar keve.

Di daxuyanîya Qesira Sipî de hat gotin ku bi hevdîtina Biden û Zelenskiy dê piştgirîya Amerîka ya bo serwerîya Ukrayna ya dijî ‘’êrîşvanîya Rûsya’’ were piştrast kirin.

Rûsya di sala 2014’an de Qirim ya Ukrayna dagir kiribû û ji wê çaxê vir ve di navbera Moskow û Kîevê de girjî çêdibin.

Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, Biden û Zelenskiy dê ser ewlekarîya enerjîyê, têkoşîna dijî perexwarinê, reforma demokratîk danûstandinê bikin.

XS
SM
MD
LG