Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Wê Îro bi Telefonê bi Zelenskyy re Biaxife


Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy
Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy

Qesra Sipî ragihand ku serokê Amerîka Joe Biden wê îro Pêncşemê bi serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy re ser telefonê biaxife.

Hevdîtina Biden û Zelenskyy îro pêk tê, piştî ku Amerîka doh Çarşemê paketa xwe ya herî mezin ya alîkarîya bo Ukrayna ragihand.

Bi alîkarîya 3 mîlyar dolar ya doh hat ragihandin, tevahîya alîkarîya bo Ukrayna ya ji hêla Amerîka giheşt 13.6 mîlyar dolarî, ji destpêka dagirkirina Rûsya vir ve.

John Kirby, berpirsê ragihandinê ya Civata Ewlekarîya Neteweyî ragihand ku Amerîka bo piştgirîkirina Ukrayna wê berdewam bike ku cîhana azad bîne cem hev .

Qesra Sipî got ku pêwendîya di navbera Biden û Zelenskyy de wê wan pabendbûnan piştrast bike û herwiha serokê Ukrayna li ser şandina çekên Amerîkî were agahdar kirin.

XS
SM
MD
LG