Qesra Sipî bi daxuyanîyekê ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden bi Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau re axifîye.
Trudeau do Duşemê gotibû ku ew plana karvekişînê dike.
Li go ragihandina Qesra Sipî, Biden ji Trudeau re razîbûna xwe gotiye.
Di daxuyanîyê de hat gotin ku Biden gotiye Trudeau di deh salên dawî de bi geşbînî û vîzyona stratejîk rêberî kiriye.
Biden dîyar kiriye ku hevbendîya Amerîka û Kanada bi saya Trudeau xurttir bûye û gelên her du dewletan bi xêra wî hîn ewle ne.
Wî gotiye ku rewşa cîhanê jî bi saya Trudeau hîn baş e.
Jêder: Reuters