Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevkê HDP'ê Bilgen Operasyonên Dijî Partîya Xwe Dinirxîne


Du parlamenetrên HDP’ê, Besîme Konca û Çaglar Demîrel do bişev li ber navenda partîyên wan li Enqerê hatin desteser kirin. Konca hat berdan, lê Demîrel li Amedê ji dadgehê re hat şandin.

Berdevkê Gruba HDP’ê Ayhan Bilgen ji Dengê Amerîka re da zanîn ku bi giştî derheqê 55 parlamenterên wan de fezleke hatine vekirin.

“Binçavkirina her du hevalên me jî bêhiqûqî ye. Jibo ku dîtbarîyek sîyasî çênebe, hemîyan bihevre nagirin: yek, diduyan digirin da ku bertekeke giştî çênebe. Bi vî şeklî jî dixwazin binçavkirin û girtinan wek meseleyên şexsî bidin nîşandan û meşrû bikin.”

Bilgen dibêje hem li parlementoyê, hem li derveyê wê dixwazin HDP’ê tasfîye bikin.

AKP, MHP, CHP li dijî terorê daxuyanîyek hevpar belav kirin, lê HDP’ê îmza nekir û bi serê xwe daxuyanîyek belav kir.

Hêjayî gotinê ye ku piştî cotpeqînên Stenbolê li ser HDP operasyoneke berfireh hat destpê kirin û nêzî 350 endam û rêvebirên wê partîyê hatin binçav kirin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:44 0:00

XS
SM
MD
LG