Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ayhan Bilgen Rojeva Germ ya Tirkîyê Nirxand


Ayhan Bîlgen, Serokê Giştî yê Partîya Dengê Tirkîyê
Ayhan Bîlgen, Serokê Giştî yê Partîya Dengê Tirkîyê

Serokê Giştî yê Partîya Dengê Tirkîyê Ayhan Bîlgen got ku di hişa gel de gelek pirs û fîkar ser lidarxistina hilbijartinên li Tirkîyê hene.

Bîlgen li navenda partîya xwe bi rojnamevanan re civîya û ser mijarên girîng yên rojeva sîyaseta Tirkîyê peyîvî.

Bîlgen dîyar kir ku bo hilbijartinên Tirkîyê ji 10 mehî kêmtir dem maye lê ser lidarxistina hilbijartinan di mêjîyê gel de gelek pirs û fîkar hene.

“Niha li pêşîya me hilbijartinek heye. Bi rastî ev hilbijartin di serê gel de wek hilbijartineke kaotîk xuya dike. Gelek kes bawer nakin ku ev hilbijartin wê were çê kirin.”

Li gor hin pisporan Tirkîyê di van rojan de di warê sîyaseta derve de herî zêde xwe ber bi Rûsya radikêşe.

Bîlgen wek bersîva Fengê Amerîka got ku ew nêrîn rast e. "Di van demên dawî de Tirkîye bêtir nêzî Rûsya ye. Lê, di sîyaseta derve de carna hun bi awayekî vekirî xwe nêzi Rojhilatê bikin jî, we dîtîye ku hun bixwe Rojava bûne. Dibe ku Tirkîye dixwaze bi vê payamê xwe nêzî Ewrupa yan jî Amerîka bike.”

Bîlgen derheqa rewşa penaberan jî got ku ew daxuyanîyên gefxwar yên hin sîyasetvanên bi rengekî tund şermezar dike.

Wî anî ziman ku divê pirsgirêka penaberan bi awayekî aqilane were çareser kirin.

Serokê Partîya Dengê Tirkîyê, sîyaseta HDP’ê û nîrxand û got ku çavê opozîsyonê li ser dengên HDP’ê ye, lê ew bawer nake ku HDP bi wan re tîfaqeke veşartî çêke.

“HDP rastîyeke Tirkîyê ye û divê opozîsyon jî desthildarî jî vê yekê wiha bibînin. Opozîsyon dengên HDP’ê dixwaze, lê xwe nêzî wê nake. Ez bawer dikim ku HDP wê tîfaqeke veşartî bi opozîsyonê re çêke, lê opozîsyon jî pêdivî ye ligel HDP’ê vekirî ava bike.”

Bîlgen derbarê têkilîyên partîya xwe û HDP’ê jîgot ku heta niha bi awayekî fermî ligel HDP’ê têkilîyeke wan çênebûye.

“Heta niha ti pêwendîyeke me ya fermî bi HDP’ê re çênebû. Em ne dijî HDP’ê ne û dibe ku bes di warê sîyasî de hin nêrînên me cûda bin.“

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

Ayhan Bilgen: Ez Bawer Nakim Wê HDP Tîfaqeke Veşartî Çêke
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00
XS
SM
MD
LG