Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind ya Oklahoma Serlêdana bo Betalkirina Mîtînga Trump Red Kir


Dadgeha Bilind ya Oklahoma serlêdana bo betalkirina mîtînga Serok Donald Trump ya li Tulsa red kir.

Karbidestên saxlemîyê dîyar kiribûn ku ewê di mîtîngê de mesafeya civakî neyê parastin û metirsîya belavbûna vîrusa korona çêbe.

Donald Trump piştî şewba vîrusa korona cara pêşî dê mîtîngekê li dar xe û li ber e ku bi qasî 19,000 kes beşdarî mîtîngê bibin.

Trump û Berdevika Qesira Sipî Kayleigh McEnany dabûn zanîn ku ewê di mîtîngê de maskeyan nedin ber rûyên xwe.

XS
SM
MD
LG