Bi hezaran kes li Washington, New York û bajarên din kom bûn ji bo dîyarkirina kêfxweşîya xwe piştî kuştina rêberê terorist Usame Bin Ladin.
Bi sedan kes şeva Yekşembî çûne Seraya Spî li paytexta Amerîkayê û Times Square û ‘Ground Zero’ li New Yorkê û alayên Amerîkayê bilind kirin.
‘Ground Zero’ cihê Navenda Bazirganîya Cîhanî ya berê ye, ku li hêrişên teroristî yên 11 Îlona 2001 wêran bû û bi hezaran kes bûne qûrbanî.
Usame Bin Ladin, yê 54 salî, li operasyoneka hêzên Amerîkî li Pakistanê hate kuştin.