Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meytên 13 Leşker û Polîsan li Tirkîye Tên Binax Kirin


Binaxkirina endamên artêşa Tirkîyê (Arşîv)
Binaxkirina endamên artêşa Tirkîyê (Arşîv)

13 leşker û polîsên ku di destê PKK’ê de bûn û di operasyona li devera Garê meytên wan hate dîtin, li bajarên curbicur yên Tirkîyê tên binax kirin.

Di operasyona Tirkîye ya ser bingehên PKKê de, 11 leşker û polîs û 2 endamên MITa Tirkîye hatibûn kuştin.

Wezîrê Berevanî yê Tirkîye Hulusî Akar roja Yekşemê gotibû ku PKK’ê 13 welatîyên wan kuştin û hêzên wan termên wan li şikeftan dîtin.

Meytên 13 kesan ji Sazîya Tiba Edlî ya bajarê Meletî re hatin birin û heta niha nasnamayên 10 kesan hatine eşkere kirin.

Muslum Altintaş, ji Xelfetî ya Ruha ye bû û ew di 2’yê Cotmeha 2015’an de, li ser rêya Pulumura Dêrsimê de di kontrola rê de ji alîyê endamên PKK’ê hatibû desteser kirin.

Muslum Altintaş
Muslum Altintaş

Bavê wî Şevket Altuntaş da zanîn ku meytê kurê wî anîne Meletî. "Şehadet bû para kurê min. Şikir jî ket para min," Altuntaş got.

Hêjayî gotinê ye ji sala 2016’an heta 2018’an sê caran vîdyoyên leşker û polîsên di destê PKK'ê de li Ajansa Nuçeyan ya Feratê (ANF) hatibûn parve kirin ku ew bang li partîyên sîyasî, civaka sivîl dikirin ku xwedî li wan derkevin.

Malbatê wan bi Komela Mafê Mirovan (IHD) re gelek caran serdana parlamanê kiribûn, hevdîtin bi partîyên sîyasî re kiribûn ku zarokên wan werin rizgar kirin, lê ti encam bi dest nexistibûn.

Dê û bavên Muslum Altintaş, polîs Sedat Yabalak û Vedat Kaya, herwiha malbatên Semîh Ozbey, Suleyman Sundur, Adil Kabakli ji Îlona 2019’an vir ve li pêş avahîya HDP’ê ya Amedê beşdarî çalakîya malbatan dikirin ku zarokên xwe ji PKK’ê dixwastin.

IHD'ê bi daxuyanîyeke nivîskî behsa prosesa pênc salan ya tekoşîna malbatan kir.

Serokê IHD’ê Ozturk Turkdogan partîyên sîyasî û medya Tirk rexne kir ku xemsarîya wan ya derbarê vê mijarê bû asteng ku ev pirsgirêk di bîragiştî de neyê bihîstin.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_02_15_2021_Binaxkirina_13_Kesan
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:14 0:00

XS
SM
MD
LG