Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya ji Bingeha Încîrlîkê ya Tirkîyê Vedikişe


Firokên Alman li Bingeha Încîrlîkê
Firokên Alman li Bingeha Încîrlîkê

Reuters’ê ragihand ku Almanya, do Yekşemê dest bi vekişîna ji Bingeha Încîrlîkê ya li Edene ya Tirkîyê kir.

Tirkîyê destûr nedabû ku parlementerên Alman serdana Bingeha Încilrikê bikin û ser vê yekê Almanya biryara vekişînê dabû.

Berdevkekî Wezareta Berevanî ya Almanya dîyar kir firokeke wan ya sotemenîyê do Yekşemê ji bingehê derketîyê. Reuters’e ji zarê karbidestên Tirk jî piştrast kir ku Almanya ji bingehê vedikişe.

Cıvata wezîrên Almanya di 7’ê Hezîranê de biryara vekişînê dabû û parlementoya Almanya jî piştre biryar erê kiribû.

Li Bingeha Încîrlikê bi qasî 200 leşkerên Almanya hene. Leşkerên Alman berpirsê sotemenîya firokên koalîsyona koalîsyona li dijî DAIŞ’ê ne.

Leşkerên Alman ewê herin li bingeheke esmanî ya li Urdunê bi cîh bibin.

XS
SM
MD
LG