Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

BioNTech bo Vaksîneke Nû Hazirîya Serlêdanê Dike


BioNTech bo vaksîneke nû ya vîrusa korona, ku dikare di 2 – 8 santîgrat derece de heta 6 mehan were veşartin, hazirîya serlêdanê dike.

CEO’yê BionTechê Ugur Şahîn bi bîr xist ku vaksîna wan ya pêşî divê di -80 derece de were veşartin û dîyar kir ku wan formuleke nû dîtiye.

Şahîn dîyar kir ku vaksîna nû ya bi Pfizerê re tê çêkirin dikare di 2-8 derece de were depokirin û 6 mehan di depoyê de bimîne.


Ji alîyê din ve ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku BionTech û Pfizer bo hejmara vaksînan armanceke nû ragihandiye û ew hewil didin ku di sala 2021an de 3 mîlyar doz vaksîn çêkin.

BionTech û Pfizerê di meha Adarê de dîyar kiribûn ku ewê îsal 2 mîlyar û 500 mîlyon doz vaksîn çêkin.

Wan kompanîyan îsal ji niha ve 1 mîlyar û 400 mîlyon doz vaksîn firotine.

XS
SM
MD
LG