Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Şirnexê 1 Sal û 6 Meh Ceza li Sîyasetvanên Kurd Baydemîr û Bîrlîk Birî


Dadgeha Şirnexê îro Duşemê cezayê zindanê li 2 parlamanterên berê yên HDP'ê Osman Baydemîr û Leyla Bîrlîk birî.

Parlamanterê berê yê Ruhayê Baydemîr û parlamantera berê ya Şirnexê Bîrlîk, bi heceta ku dijberîya qanûna meş û civinan kirine, 1 sal û 6 meh cezayê zindanê xwarin.

Baydemîr, Bîrlîk û parlamanterên niha Ayşe Acar Başaran û Alîcan Onlu di sala 2015'an de jibo ku dijî operasyon û qedexeya derketinê li Sur, Cizîr, Nisêbîn, Silopî û Kerboranê nerazîbûnên xwe dîyar bikin, beşdarî meşa li Şirnexê bibûn.

Serdozgerîya Şirnexê di derheqa parlamanteran de doz vekir û Dadgeha Cezaya Aslî ya Şirnexê biryara dozê da û cezayê hespê li Baydemîr û Bîrlîk birî, dosyeyên Onlu û Başaran cuda kir.

Baydemîr di meha Adarê de jiber axaftineke xwe ya dema şaredarîya Amedê de jî 1 sal û 5 meh cezayê zindanê sitandibû.

Her du parlamanterên Kurd jî jiber cezayan, neçar mabûn ku herin Ewrupa.

XS
SM
MD
LG